Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ana sayfaya Dön // Eğitim
Di Perwerdehiya Zarokan de Nirx
17 Aralık 2013 Salı Saat 11:14
Zarok dema çavên xwe vedikin tiştê dibînin bi gelemperî nirxên civakê ye,


                             Di Perwerdehiya
Zarokan de Nirx



    Zarok dema çavên xwe vedikin tiştê dibînin
bi gelemperî nirxên civakê ye,zarok dema têgihîştina wan dikemile nirxên civakê
hîn dibin û ev nirxana dikin perçeyekî jiyana xwe.Her zarok li gor nirxên
civaka xwe teşe digrin û li gor nirxên civaka xwe dijîn.Nirxê civakê  çibe zarok jî jixwe ew e.Nirxên civakê li gor
civakan digûhere ,ev nirx jî bandoreke mezin li ser jiyan zarok pêk tîne.



   Mafê zarok ên herî mezin ew ku zarok çanda
xwe ola xwe hîn bibe.Dema zarok çanda xwe ,ola xwe baş hîn bibe dê zarokê ji
xwe re nasmameyekê  pêk bîne û li gorî wê
nasnameyê bijî.Çawa ku gîha dihere li kokê kahr dihere li makokê, zarok jî
diherin li nirxên xwe.Ji ber vê yekê heke em zarokên xwe li gor nirxên civaka
wan mezin bikin dê zarok bi hêsanî nirxên navnetewî jî baş hîn bibe û bike
perçeyekî jiyana xwe.



       Gelek malbat hene zarokên xwe bê nirxên
civaka xwe mezin dikin.Di mezinkirinê de ximê navnetewî esas digrin,ev jî
tiştekî pir şaş e.Ji ber ku zarok bi nirxên civaka xwe dikemile û bi vê rêgezê
dikare xwe bigihîjîne nirxên navnetewî  û
ximên humanizme.



    Dema zarok bê nirxên civaka xwe bên
mezinkirin dê di derûniya zarokan de travma pêk were û zarokên pêşerojê
nexweşîyên derûnî bijîn.Çawa  zarok dema tê
dunyayê cara ewiliî şîrê diya vedixwe pêwîst e ku zarok cara ewiliî hînî nirxên
civaka bibe.Heke werganî nebe dê jiyana zarok de dê valahiyek mezin pêk were.



    Mirov di pêvajoya jiyanê de dikemile û heke
bixwaze di jiyana xwe de gelek nirxan diguherîne.Mirov cara ewilî bir nirxên
çanda xwe û bir nirxên ola xwe dikemile û bi ev kemilandinê dikare bigihîje
humanizme an jî nirxên mirovatiyê.Heke zarok nirxên ewilî hîn nebin û rasterast
li gor nirxên mirovatiyê bê mezinkirin dê zarokê di jiyana xwe valahiyek mezin
bijî û dê girîngiya tu nirxan jî nemine.



    Tiştê em dizanin dema zarok tên mezinkirin
pêwîst e ku cara ewilî nirxên xwe bizanibin. Ji ber ku  zarok bi saya ev nirxanan dikare bigihîje
fikrên mirovatiyê.



 



Bu yazı toplam 2852 defa okundu.
Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
Şu An Sitede
5 Kişi Online
SİTE ANKET
DÜNÜN MANŞETLERi
SEFERLER  + Ekle 
ETKiNLiKLER  + Ekle 
ARŞİVDE ARA
ÇOK OKUNANLAR